Ristika Morîkan

%20Daşikandin
96,00 TL
120,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare521
Yazar
Fatma Savcı
Sayfa Sayısı
89
Kitap Adı
Ristika Morîkan
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
2012
ISBN
978-605-52791-9-6
Price
120,00 TL + VAT
Kurte


Ristika Morîkan" neynikeke şikestî li rihê birîndar î kurd digre. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere…

Ji çîroka “Mûm û Fîstan”

- Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye. Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan. Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî...

...

Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê. Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê. Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...

Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê...

Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?


Fatma Savci

Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ya li ser Nisêbînê ji dayik bû. Ew niha li derveyî welat, li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Berhemên wê:

- Gulên Qasid (helbest, 2006)
- Xewnên Zîvîn (helbest, 2007)
- Bîra Birînê (helbest, 2010)
- Dotmara Lal (helbest, 2013)
- Ristika Morîkan (çîrok, 2012)

- Şewq û Payiz (pexşan, 
Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Ristika Morîkan bijare521
Ristika Morîkan

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.