Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 2

%20Daşikandin
200,00 TL
250,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare2597
Yazar
Necat Keskin
Sayfa Sayısı
264
Kitap Adı
Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 2
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 19.5 cm
Basım Yılı
2021
ISBN
978-625-72533-9-0
Price
250,00 TL + VAT
Kurte

Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta  gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û  mayîndebûnê bi xwe re tînin.

 

Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.

 

Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.

 

Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 2 bijare2597
Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 2

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.