Lis

Rûyên Şevê

%20Daşikandin
480,00 TL
600,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare2374
Yayınevi
Lis
Yazar
Bawer Ruken
Sayfa Sayısı
576
Kitap Adı
Rûyên Şevê
Dili
Kurdî / Kürtçe
Ebat
13.0 x 19,5 cm
Basım Yılı
2024
Price
600,00 TL + VAT
Özet

Rûyên Şevê, berevajîyê romanên giştî ên wêjeya me ya îroyîn xwe dispêre zimên. Zimanê romanê bi çalakgerîya ku him tehmeke delodînane a bêdawîn û him jî heyecan û meraqa ku xwendevan heta dawîyê bi xwe ve girê dide, hatiye nivîsîn. Cilda yekem, Azwerîyeke Tolhildanî, ku serkarakterê wê Doç. Dr. Halit Öztürk e, bi navê xwe î resen ê malê Xalidê Edê, akademîsyenekî li Stenbolê dijî, bi krîz û bûhranên zewaceke li ber qedandinê vedigevize, bi rabirdûya xwe, bi dahatûya xwe, bi anihayîya xwe û bi hawîyekî xwezayî bi heyîn û bûnewerîya xwe re di şer de ye. Bi nasîna wî mêrê esrarengîz, hemwelatîyê wî ê ji Rihayê, entelektûelê wêrek ê ku tevahîya jîyana xwe ji bo nivîs û nivîskarîyê terxan kiriye, Birhîm re rê li ber guhertin û veguhertina cîhana hundir a Xalid vedibe. Bi vî hawî roman hin caran ber bi bîr û bîrdanka mirov ve, hin caran ber bi dedektîvîyê ve, hin caran ber bi surrealîzmê ve, hin caran ber bi absûrdîzmê ve û hin caran jî ber bi asayîbûneke neasayî ve dihere.

 

Bawer Rûken, eynî mîna karakterên di romanê de afirandî, hunera xwe a ku xwedan çavdêrîyeke tûj, şêwaza ku kêlîyekê ji bo bêhnvedanê jî ranaweste, bi hêza azadîya ku xwe dispêre metna nava lepên xwe, bi hûrbîn li ser detayan, bi destwerdana vegotinê bêyî ku qîma xwe bi serevegotinê bîne heta danekeve kiteyan nasekine.

 

Di vê romanê de Rûken nahêle tu kes, tu tişt an tu hîs li pêşîya lehîya vegotina wî a tûj û derbdar bibe asteng. Fikir, bîr, bîrdank, bîranîn, texeyûl, xewn û xeyal, hîs, arezû, rû, rûpoş bêyî ku ji hev belawela bin an bêyî ku di destpêkê de ji hev qutqutî xuya bikin, her tişt, her kes û her sehne di nava romanê de wekî puzzleyekê cih û beranberîya xwe dibîne.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Rûyên Şevê bijare2374
Rûyên Şevê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.