Sabahattin Ali-Hemû Çîrok-II-

Sabahattin Ali-Hemû Çîrok-II-

%22Daşikandin
223,08 TL
286,00 TL
Category
Stock Code
bijare3332
Nivîskar
Sabahattin Ali
Basım Yılı
2025
Ebat
13,5 x 21 ,0 cm
Ziman
Kurdî
wergêr
Pêşeng Pêtoyan
Rûpel
320
Price
286,00 TL + VAT
Kurte / Özet

Ev xebat ji du cildan pêk tê, hemû çîrokên Sabahattîn Alî vedihewîne ku ew jî pênc pirtûk û şêst û çar çîrok in. Navên pirtûkên di cilda yekemîn de Aş, Erebeya Ga, Deng(Değirmen, Kağnı, Ses); ên di cilda duyemîn jî Dinyaya Nû û Koşka Şûşe (Yeni Dünya, Sırça Köşk) ne. Di dawîya cilda duyemîn de beşek çîrçîrokan jî heye. Ev berhem tevde ji alîyê Pêşeng Pêtoyan ve bi awayekî pir bedew wergerî Kurdî-Kurmancî bûne.

 

Sabahattîn Alî, di sala 1907an de li Egrîdereya (navê niha Ardîno) li ser Sencexa Gumulcîneyê (navê niha Komotînî) ya girêdayî Wîlayeta Edîrneyê hatîye dinyayê. Alî hê di salên xwe yên xwendekarîyê de meyla xwe daye ser edebiyatê û ji ber vê çendê jî qelema wî xurt bûye û bûye nivîskarekî berhemdar. Alî di gelek cureyên edebî yên wekî roman, çîrok, helbest û şanoyê de berhem dane. Lêbelê di qada edebîyatê de Alî bêhtir di warê çîrokê de ji xwe re mecrayek vekiriye û xwe di vî warî de daye qebûlkirin. Alî, çîrokên xwe wek amûreke xizmeta civakê bi kar anîye û herweha hewl daye ku neheqî û nakokîyên însanan derxe meydanê da ku dengê belengaz û rebenan jî bê bihîstin. Dîsa em dikarin bêjin ku her cure tîp û karakterên ji jiyana rasteqîn a mirovan, di çîrokên Alî de derdikevin pêşiya mirov. Ango di van çîrokan de hemû rewş û dirûvên însanan hatine ravekirin.

 

Sabahattîn Alî ji ber ku di piraya berhemên xwe de pirsgirêkên civatê raxistine ber çavan û rexneya desthilatdarîyê di wan de cih girtîye, gelek caran hatîye sucdarkirin, ketîye hepsê û di rewşên xerab re derbas bûye. Loma xwestîye here li Ewrûpa bi cih bibe, di sala 1948an de dema dixwest bi dizî sînor derbas bike, bi rê de hatîye kuştin. Di vî emrê kin de gelek berhemên hêja efirandine. Niha çîrokên wî bi Kurmancîyek delal û herikbar li ber destê we ne…

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Berhemên Pêşniyarkirî Nivîskarê Hefteyê
Sabahattin Ali-Hemû Çîrok-II- bijare3332
Sabahattin Ali-Hemû Çîrok-II-

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.