Lis

Serencama Mirinekê

%20Daşikandin
80,00 TL
100,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare182
Yazar
Gabriel Garcia Marquez
Sayfa Sayısı
91
Kitap Adı
Serencama Mirinekê
Dili
Kurdî
Ebat
13.5 cm x 19 cm
ISBN
978-605-4497-88-1
Çevirmen
Ciwanmerd Kulek
Stok Durumu
1-2 günde temin
Price
100,00 TL + VAT

Kurte

Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez,

wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî  dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî  hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn. Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn. G.G. Márquez bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerandina Ciwanmerd Kulek, ji niha de cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Serencama Mirinekê bijare182
Serencama Mirinekê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.