Seta Hawara Dîcleyê - Bira Qedere - Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê
Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Dengê jibîrbûyîyan û dengên jibîrbûyî. Jibîrbûyî kî ne? Jibîrbûyî êzîdî ne, êzîdîyê ku ji ber talan û kirkirinan xwe spartina çiyan, jibîrbûyî; suryan, keldan û nastûrî ne, miletên qedîm ên mezopotamya, jibîrbûyî cihû ne, kurd in. Jibîrbûyî miletên ku di navbera herdu çeman de dijîn, li jêdera jiyanê li dergûşa destpêka bajarvaniyê, hemû miletên mezopotamya ne. Jibîrbûyî Mîrê kurd, Mîr Bedirxan e.
Mehmed Uzun, di vê romanê de wek dengbêjekî modern demekî gelek xeter ji nû ve vedibêje. Me di şevbihurkên şevên windayî da bi ronahîya çira û qendîlan bi dengê zîz yê dengbêjan tevî xweşdengiya pêlên Dîcle perav bi perav dibe warê bav û kalan, welat û bajarên qedîm; li Cizîra botan, li Mûsil, Nînova, Hekar, Ormiye, Wan, Semsûr, Stenbol, Gîrît û Şamê gav bi gav degerîne. Çîroka me ya qedîm, ji me ra nû ve dibêje.
"We xwest. ez ê jî bibêjim. Qendîlê pêxin û dengê jibîrbûyîyan guhdarî bikin."
"Bîra Qederê" bi mirinê dest pê dikê. Roman ji şanzde fotografan pêk tê, piştî mirinê êdi fotograf dipeyivin. fotografên Celadet, malbata Bedirxaniyan. Stenbola destpêka sedsalê, seraya Osmanî Pira Galata, herdu şerên cîhanê, rojên surgûnê li welatê xerîbıyê xoybûn, Hawara Kurdî ku ji Şamê bilind dibe, çênd dimen in ji vê romanê. Jiyaneke ji her alş ve; bi xebat, êvin, têkilî, war û her Tiştê xwê ve trajîk.
Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê
Baz.
Kevok.
Em ê ji yekî re bibêjin Baz, ji yê din re jî Kevok.
Baz û Kevok. Du nav, du însan; zilamekî navsal û jineke ciwan.
Du nav, du însanên sereke yên romana me. Romana me dê qala serbûriya Baz û Kevokê bike.