Şihîna Hespên Azad

%25Daşikandin
195,00 TL
260,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare310
Yayınevi
Sitav Yayınevi
Yazar
Mehmet Öncü
Sayfa Sayısı
399
Kitap Adı
Şihîna Hespên Azad
Ebat
13,00 x 21,00 cm
Basım Yılı
Nisan 209
ISBN
978-605-66776-8-7
Basım Bilgisi
Çapa 2em, 2 Baski
Price
260,00 TL + VAT
Özet

Pirtûka Şihîna Hespên Azad berhemeke ku li ser jiyana Osman Sebrî hatiye nivîsandin. Nivîskar serdema ku Osman Sebrî tê de jiyaye gelek baş xwendiye, hemû berhemên Osman Sebrî û yên derbarê wî de hatine nivîsandin xwendine û di encama bêjîngkirina van agahiyan de ji zarokatiya wî destpêkiriye û heta mirina wî bi uslûb û nirxandina xwe di tama berhemeke çîrokeke zargotinî de ev berhem pêkaniye. Ev berhem wekî berhemeke dîrokî ye. Hûnê gelek agahiyên balkêş, dîrokî û tarajîk yên derbarê Osman Sebrî de ku qet nayên zanîn di vê berhemê de bibînin.

 

Hûnê di vê berhemê de darizandina trajîk  ya Osman Sebrî ya di temenekî gelek ciwan ya di Dadgehên Îstîklalê yên Diyarbekirê de bibinin. Hûnê tevlîbûna wî ya di nava refên Xoybûnê de bibînin. Hûnê bibînin ka piraniya pêşengên rêxistina Xoybûnê çawa di nava tevgerên sîxurtî de ne. Hûnê bibînin ka ji aliyê hin pêşengên Xoybûnê ve çi tê serê Osman Sebrî û di encamê de Osman Sebrî çawa ji Xoybûnê vediqete û Xoybûnê wekî rêxistineke sîxurî dibîne. Hûnê bibînin ku Frensî çawa wî dişînin surgûnan.

 

Hûnê dostanî, şer û jiyana wî ya li gel rewşenbîrên kurd ên wekî Celadet û Rahşan Bedirxan, Cegerxwîn, Nûrettîn Zaza, Nûrî Dêrsimî û gelek axa û begên ku muhra xwe li wê serdemê xistine bibînin. Hûnê wan rojên dîrokî bibînin ên ku li gel Celadet Bedirxan kovara Hawarê derdixistin. Hûnê bibînin ku wî çawa ji bo Kurdistaneke azad bi dehan gundên bi xêr û bêr li pey xwe hiştine, çawa dest ji mal û maldariya mezin berdaye, çawa dest ji navdariya axa û begitiyê berdaye  û ketiye dûv doza welatekî azad.

 

Hûnê di vê berhemê de Osman Sebrîyekî serhildêr ku li hemberî tu kesî serî natewîne; Osma Sebrîyekî şoreşger û zana, Osman Sebrîyekî ku ji bo evîna xwe ya azadiyê her tiştê xwe feda kiriye bibînin. Hûnê Osman Sebrîyekî bibînin ku heta kêliyên jiyana xwe ya dawî dilê wî ji bo Kurdistaneke azad lêdide. Ji bo ku hûn Osman Sebrî baş nas bikin, ji bo ku hûn trajediyên bi serê wî de hatine bibînin, ji bo ku hûn îxanetên li hemberî wî pêkhatine bibînin teqez vê berhemê bixwînin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Şihîna Hespên Azad bijare310
Şihîna Hespên Azad

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.