Lis

Şikeftên Haydrahodahosê

%20Daşikandin
120,00 TL
150,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare191
Yazar
Selîm Berekat
Sayfa Sayısı
104
Kitap Adı
Şikeftên Haydrahodahosê
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,5 * 19,5 cm
Basım Yılı
Gulan 2013
ISBN
978-975-44977-2-0
Price
150,00 TL + VAT
Kurte

Şikeftên Haydrahodahosê, romana Selîm Berekatê (1951, Amûdê, Rojavayê Kurdistanê) romannûs û helbestkarê Kurd ê ku ‘kilîda zimanê Erebî xistiye berîka xwe’ û ji ber ku sînorên heyî yên zimên dibezîne, cîhana zimanê Erebî ya berfireh jê ‘diheside’, wî her çendî zimanê romana xwe gelekî dernexistibe ji binê siya per û baskên helbestbêjiyê ve, lê nîgaşdanka boş a tevna romanê û pêvajoya çîrokane û gengeşeyên rewanbêj û herikbar asta helbestbêjiyê nizim dikin hebekî û tevna romanê belî dikin. Wekî ku Berekat bi xwe amaje pê dike, di Şikeftên Haydrahodahosê de, “Tu kartêkên efsaneyan di naveroka vê romanê de nînin. Tu vedariştinek ji bo avakirineke efsanewî nîne. Ev roman lihevkirinek e ji vegotina çîrokane û hevaxaftina di şanogeha kovandariya kevin de, ku bûnewerine efsanewî ji tuxmê hespemirovan wê bi rê ve dibin, bi hewildana sererastkirina rastiyê bi riya vegerandina wê ber bi nîgaşa wê ve,” dê xwendevan tê de li gel vegotina geş û gurr û zimanê helbestane yê Selîm Berekat rû bi rû bimînin û ev ê bibe çavpêketineke dijwar!

Selîm Berekatê ku gava ku dinivîse, ziman nema pê re digihîje, mirov pê dihise ku ew ziman e û ziman nivîskjar e, nola çemê ku hîç miçiqînê nas nake û napejirîne, nivîskarê romanên wekî Feqiyên Tariyê, Leşkergehên Hemdemiyê û Esman Vala ye Li Ser Orşelîmê, bi romana xwe ya bêhevta, Şikeftên Haydrahodahosê ve, bi wergera Ebdellah Şêxoyê wergêrê xort ve vedigere Kurdî, ‘xaniyê bûnewera xwe’.

Ji Lîsê Şikeftên Haydrahodahosê ya ku dê bi berhemên Selîm Berekat ên din berdewam bibe.   

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Şikeftên Haydrahodahosê bijare191
Şikeftên Haydrahodahosê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.