Şorişa Xebera

%20Daşikandin
136,00 TL
170,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare2904
Yazar
Şorişa Xebera
Sayfa Sayısı
168
Kitap Adı
Şorişa Xebera
Ebat
13,0 x 19,5 cm
ISBN
978-625-83838-3-6
Çevirmen
Mustafa Kılıçaslan
Price
170,00 TL + VAT
Özet

Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam. ~ Eskerê Boyik
 
Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye Şorişa Xebera? Şik tune ku xeber-peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê va perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wî va dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin. ~ Prîskê Mihoyî
 
Çerkezê Reş ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin merivên wiha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye ku fîlosofiya wî ya şayîrtiyê tam nehatiye fêmkirin û qîmetkirin. ~ Têmûrê Xelîl
 
Şiêrên şayîrê cahil ji çevkaniyêd ruhê cimaeta lê tên, ew derheqa bedewtiya merivan, tebiyetê û rastiyê da nin. ~ Tosinê Reşîd
 
Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê û karkirê civakî bû, lê ya here muhîm, wî di van hemî waran da rêç û şopeke ewqas kûr dû xwe hişt ku wê weke xeta cot zû bi zû nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebiyat û çanda kurdî jiyana xwe berdewam bikin. ~ Wezîrê Eşo

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Şorişa Xebera bijare2904
Şorişa Xebera

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.