Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê
Gava wek niha dibû zivistan û bayê kur dihat Tîtal û zarokên din diçûn talda wan lodan, pişta xwe dispartin pûş, diketin qulên pûş, wiha germ bû, wiha ewle bû, wek mirov ji xwe re di dawa diya xwe de be eyn. Lodan ew hembêz dikirin. Bîna pûş pir xweş bû. Lodan ew diparastin. Lod dê bûn, lod mal bûn, lod welat bûn, lod stêrkên dûr bûn, lod Rêya Kadizan bûn... Di qulên pûş de Tîtal û hevalên xwe wek cewrikan serê xwe dixist ber hev û ji xwe re dipeyivîn, qala fîlman dikirin, fîlmê Tarzan, qala medreseya xwe dikirin, dersên xwe yên medresê dubare dikirin: “Elîf fethîten en, qesrîten în, zemîten ûûûn…” Qala berfê dikirin, qala reşêleyan dikirin, qala cinan dikirin: “Kuro, nebê cin!? Bêje ‘ji-me-çêtir!’” Tîtal tayekî pûş dicût, serê wî li ser sînga pûş dihênijî. Qulika lodê, malika wan, pir xweş bû, ji hemû qesran jî xweştir, ev der bihuşt bû, li vir xerabî tune bû.