Stranên Dawetan

%22Daşikandin
390,00 TL
500,00 TL
Category
Stock Code
bijare3285
Yazar
Bêrîvan Matyar
Kitap Adı
Stranên Dawetan
Dili
Kürtçe
Basım Yılı
2025
Price
500,00 TL + VAT
Özet

Stranên dawetan yên zarbêj, dengbêj û stranbêjan axleb bi dengî û bê enstruman muzîkê tên gotin, heger enstruman hebin jî enstrüman bilûr, mey, def, dahol, zirne û wd.-li gor dever, êl û ola civakê diguherin. Dawet, zêdetir bi rîtma gotinên stranê xurt e ku yan yek dibêje û yek lê difetilîne, yan yek dibêje û kom lê difetilîne, yan jî komek dibêje û koma din lê difetilîne. Bi vê rêbazê em dikarin bibêjin ku di çanda Kurdan ya şahîyan da zarbêj, dengbêj û stranbêj di nava hevkarîyeka siruştî da vê hemahengîyî pêk tînin. Di îcrakirina van stranan da govendger, guhdar û temaşevan jî di xurtkirin û dewlemendkirina rîtm û gotinên stranê da xwedî roleka giring in. Stranên dawetan yên ku ji alîyê jinan ve tên gotin bi giştî stranên zîz, xembar, hestîyar û dilînî ne. Ji ber wê çendê jî rîtma van stranan bi giştî nerm e û pê ra govend û dîlana van stranan jî li gor xwiristîya jinê ya fizîkî û derûnî teşe digirin û rîtma wan hêdî ye. Ji ber van egeran, stranan govendên jin û mêran jî, ne wekî hevdu ne. Ji taybetîyên stranên jinan, yek jê mijarên stranên jinan in ku -veqetandina ji mala dê û bavî, dûrketin, jêrdestîya civakî, di şer û cengan da karesatên neteweyî, xwedîkirina zarokan û wd.- ew gelek zêde ne û ji ber wê çendê jî ew xwedî bîrdankeka resen û dewlemend in, herweha ew bi rêya zewacê veguhêzerê çanda devkî ya devokî ne, ku ji war û welatekî ber bi warekî din, wan stran bi devoka resenî bi xwe ra gerandine.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Stranên Dawetan bijare3285
Stranên Dawetan

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.