Veger / Birakujî

Veger / Birakujî

%20Daşikandin
160,00 TL
200,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare486
Ziman
Kurdî - Kürtçe
Rûpel
88
Ebat
13 x 19.5
Basım Yılı
3. Baskı - 2025
wergêr
Rûken Bağdu - Bedran Hebîb
Price
200,00 TL + VAT

Kurte / Özet

Abdulla Peşêw, di sala 1994an de vegeriya Kurdistanê. Ji dêla welatekî azad, li pêla şerê “birakuji”yê rast hat. Ew roj, “ne roja şiîrê” bû êdî. Bi navê “Birakujî” dîwanek nivîsand. Li Hewlêrê di meydaneke mezin de xwend û welatê xwe dîsa terk kir.

“Ezîzê min,

“A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûre qûr e ne hîske hîsk. Ka ew cih ku birakujiyê ew ne herimandiye? “Min dît… Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xortekî hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe û deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr bawerî ji mala xwe dertê û cihê xwe vala dihêle, her ku namûs dihetike, her xaniyên ku bi gulla bûne bêjing û li ber roketan mane;

 

Kurdistana min a enfalbûyî enfal dibe

Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam

Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand

Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Veger / Birakujî bijare486
Veger / Birakujî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.