Kurte
Helbest ku encama helwest û sekna helbestvanî ya li hember bûyer û qewimînên nelirê ya stemkar û zordestan be, watedar û kartêker dibe. Lew helbestvan di jiyana xwe de tiştine ku tê sere wî û li derdora wî diqewime ango rastîya jiyanê bi awayekî estetîkî raberî me dike. Helbet ev derbirîna helbestî dike ku têgihîştin, fêhmbarf û feraseta xwînerî pak û zelal û bi hêz û şiyantir bibe.
Sebri Vûral, bi zimanekî sade, herikbar û hêmayine henûn, mêjûya civaka me ya nêz û ku hê bêhna şewatê jê tê, hawara zarok û jinan olan dide vedibêje. Pênûsa wî wek hespeke rehwan li ku derê hemwelatîyek wî ketibe tengasîyê rastî pest û pêkûtîyê hatibe dibeze xwe digihîne wan li kêleka wan kilamên hêvî û xemgînîyê dilorîne.
Şev, tenêtî, beyaban, taybet im, efrîn, min sar e...de helbestvan hem xem û kesera xwe hem jî dengê baskên kevokên hêvîyê bi coş û peroşî radigihîne me. Baraneke beravêtî, hewarên westîyayî, qiblenameya evînê, bilbilên bê welat, helbesteke bawî, welatekî porsor, welatek diderizî, baranek tî, hin ji wan hêmayan e ku ciwankarîya helbestvanî bi me didin hesandin. Ji bo nasîn û têgihiştina dil û helbesta helbestvanekî ku derd û xema me dikêșe fermo!