Xasenezer
Zimanê ku em dibêjin zindî ye, di eslê xwe de û rasterast bi vîn û şiyana mirovên xwediyê vî/wî zimanî ve girêêdayî ye. Em û em-civat bi 'dûnde'yén xwe dikarin heyîna xwe bidomînin; lê ziman? Ziman, bi qasî xwedîderketina me ya lê; heye, zindî ye. Em û civata em jê (em bi ser ve) ku beré xwe bidin zimanekî din, -sedem û mebestén me çi dibin bila bibin- bi bikaranîna bi salan re zimanek dikare xwe li zimané me, pé re li giyané me, pé re xwe li hest û hizr û her cure péjnén me mîna marekî rapéçe.
Kesên ku Arjen Arî nasdikin baş dizanin nirxa zimanê kurdî-kurmancî li ba çend pîroz bû û di hemî astên jiyanê de xwe hewcedarî bikaranîna zimanekî din ne didît. Hêza zimanê wî di herikbariya nivîsînên wî de xwe eşkere dike.
Xwendavanên hêja niha kerem kin pêkve bersiva Arjen Arî bixwînin li himberî ewan kesên ku dibêjin; 'Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyeta nûjen e.'