Lis

Xeyb

%20Daşikandin
236,00 TL
295,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare187
Yayınevi
Lis
Yazar
Şener Özmen
Kitap Adı
Xeyb
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13 x 19.5 cm
Basım Yılı
Adar 2017
ISBN
978-975-92956-6-6
Basım Bilgisi
1. baskı, Çapa 1em
Price
295,00 TL + VAT
Kurte

Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...

Di Xeybê de, Şener Ozmen bi hostatîyeke deradetî me ber bi bîra xwe/me ya xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike û derûna xwe/me ya binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî dike.

Vegotina romanê ya di deryaçeya Kurmancîya Reş de hatiye noqkirin, hizirên merivanîya me ya paşperdekirî bi Rê û Zê dike û bi gilîgotinên û qisekirineke jîyanî ya serincrakêş li ber dilê me dide û kat dike.

Xeyb romaneke weha ye ku ji refê rêzenivîsên asêmayî û xwedubarekirî yên Kurmancîyê veqetîyaye û hewl daye romannivîsîya me ji me rizgar bike.

Xeyb bi hûnandina xwe ya çapik û çeleng nivîseke nû û ter e ku hêjayî liserrawestaneke hûrxwîn e.

 Êdî li şaneşîna hizirpakî û kûrlênêrîna xwînerên Kurmancîya Reş vêsa xwe digire

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Xeyb bijare187
Xeyb

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.