Xwînerê kujer

%24Daşikandin
380,00 TL
500,00 TL
Category
Stock Code
bijare2747
Yazar
Bextiyar Elî
Sayfa Sayısı
200
Kitap Adı
Xwînerê kujer
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.5 x 21 cm
Basım Yılı
Qamişlo/Kobanî 2021
ISBN
978-87-93910-60-7
Çevirmen
Ji Sorani: Besam Mistefa
Price
500,00 TL + VAT
Kurte

“Tu nûçeyek wek nûçeya wergera kitêbeke min bo kurmanciyê min kêfxweş nake. Di salên borî de, bi saya ked û hewldanên Besam Mistefa hinek kitêbên min ketin ber destê xwînerên kurmanciyê.

 

Min hertim gotiye ku wergera kitêbeke min bo almanî yan fransî bi wê radeyê min şadiman nake, wek wergera berhemeke min bo kurmanciyê.

 

Mixabin heya îro pir hewcedariya cîhana kurdî bi hevnasînê heye. Em kurd ne tenê ji aliyê dinyayê ve nayên naskirin, lê belê em kurd bi xwe jî hev nas nakin.

 

Tu parçeyekî Kurdistanê bi hûrî û zelalî nizane parçeyên din çawa difikirin. Lewma hebûna tevgereke lezgîn, bibandor û bernamedar a wergera kurdî-kurdî pir giring û stratejî ye.

 

Gefa herî mezin ku li ser hebûna me heye, ne ew dewlet û pêkhateyên siyasî yên mezin in ku li hebûna kurdan mikur nayên, lê belê hev nenaskirina me ye jî.

 

Ev kitêb pêngavek bo hevnasînê ye. Tiştê di vê kitêbê de bo min giring, ew e bo cara yekem kitêbeke min li Rojava çap dibe. Kitêbên min li Rojhilat û Bakur çap bûne û hatine xwendin. Lê ev cara pêşî ye nivîsarên min digihin Rojava.

 

Ez hêvîdar im di siberojê de çêbibe em hinek berhemên din jî li wir çap bikin. Di vê qonaxê de, tiştê herî giring bo mirovê kurd dîtin, nasîn û bikaranîna zimanê kurdî ye.

 

Di sî salên borî de hewldana sereke ya min û hinek rewşenbîrên din li Başûr, guherîna zimanê kurdî bo zimanê fikirînê bû. Heya zimanê kurdî nebe zimanê fikirînê, ango nebe zimanê berhemanîna tekstên fikirî û felsefî bi kurdî, nabe zimanekî ku man û berdewamiya wî misoger be. Ziman demeke tenê dibe zimanekî zindî gava bikare fikir berhem bîne.

 

Tiştê dikare mana ziman misoger bike û pêgehên wî xurt bike, ne tenê peyvên rût û bê naverok in, lê belê ew hizir û raman in ku hildigirin. Tiştê miletekî sax radigire û zindî dihêle kitêbên wî ne. Çiqasî kitêb binirxtir bin, şiyana mana ziman bihêztir dibe. Tu hêzek nikare zimanekî bikuje heke tekstên giring û afirandinên mezin pê bên nivîsîn.

 

Ez li vir spasiya hemû kesên ku di werger, amadekirin û belavbûna vê kitêbê de beşdar bûne dikim. Ez hêvîdar im ev tenê destpêk be û karên din di pey re bên.”

 

 

 

Bextiyar Elî

 

Peyvek bo wergera kurmancî ya “Xwînerê Kujer”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Xwînerê kujer bijare2747
Xwînerê kujer

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.