Yar û Mirad – 1

%20Daşikandin
120,00 TL
150,00 TL
Category
Stock Code
bijare4056
Ziman
Kürtçe
Rûpel
240
Ebat
13.5 x 21.5 cm
Basım Yılı
2021
Price
150,00 TL + VAT

“Demsal payîz e û em jî li vî çiyayî û li çolê ne. Pirs ne sar û serma ye, lê rê! Di vê tarîyê da, di tarîya şevê da rê li ber me wenda û çûyîn jî bi zehmetî ye. Dema ku çav pêşîya xwe nebînin lome ji lingan nayê kirin ku meriv bike. Dil dilan nas bike çav jî çavan, lê ka... Li vî çiyayî, çiyayê qedirzan çav ji çavan ra xerîb ketiye. Heke tu ji min bipirsî, ez dibêjim mayîna me ya vir ji çûyînê çêtir e. Hela hela, qey tu dibêjî ez nezan im. Ez jî dizanim ku dema meriv bide rê û here, rê li ber merîyan dihele; dixwaze bila berf û baran û dixwaze bila ba û bahoz be. Na! Ne hindik, lê em gelek û gelekî rê hatine. Ê yanî! Şûşar, Tekman û Xinûs li kû û Gimgima xopan li kû? Ezîzê min, ê de rêwîtî ye û rêwîtî jî nîne merîyan newestîne. Ji rîya vî çiyayî ra jî meriv nikare bibêje rê ye. Asê ye û merîyan ditevizîne...”

 

 

 

Besra Xanim, derbasî ber pacê bibû, lêbelê ji xwe jî dûr û dûr... Te digot qey ne li mêvanxanê ye. Bi hesret bû, ji nişka va Ferzende Beg hatibû bîra wê û barê wê giran kiribû. Demsal zivistan û lê kiribû baran dibarî. Ger ku li derva bibare qey di hundir da nabare?.. Helbet, dibare. Dibare, lê hem jî bi xişim û xezeb lê dike û dibare. Tu dua bike û bibêje Xwedêyo, bila berê xwe nede Besrayê. Besra Xanim, guneh e. Bila di ser wê da negire û nebare. Di wê baranê da ka çi nîne, çi?.. Tê da hesret, tê da xemgînî, tê da evîn, tê da êş û êşdarî, tê da hêsirên çavan, tê da hawar û gazî û ji xwe ra êdî lê zêde bike, bibêje û bibêje. Xemgîn bû, Besra. Xemginîya wê li wê bibû ba û bahoz û dabû ber xwe. Qisawetên wê li wê giran bibûn. Di hestê xwe da birîndar bû, Besra. Bêhn lê çikîyayî û tê da reng û rû nemabû. Kişîyabû eyarê xwe, bêdeng û bêseda bû. Xemgîn bû, Besra. Xemginî nîne bi merîyan nede gotin. Nedikarî rabibe ser pîyan û wê derdê xwe ji her kesî ra bibêje. Jê ra derfet û îmkan nebû. A jiber wê yekê jî wê, di dilê xwe da got û got.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Yar û Mirad – 1 bijare4056
Yar û Mirad – 1

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.