Zar
J&J

Zar

%20Daşikandin
208,00 TL
260,00 TL
Category
Brand
J&J
Stock Code
bijare3858
Dil
Türkçe
Sayfa Sayısı
144
Ebat
13,5 x 21,0 cm
Basım Yılı
2025
Price
260,00 TL + VAT

Ez hêna zarokeke biçûk bûm, min bejna wî di xwe de, navê wî bi xwe re bihîst. Evîna wî di dilê min de bi cî bû. Na na! Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn ji min veza. Ez bûm evîna wî. Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana. Navê wî li ser zimanê min û bejn û bala wî li ber çawê min. Ew xweşikî û ziravî û zîrekiya wî hê jî li ser dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik, wekî gulek sor a bêhnxweş dijî. Ew bû evîndarê min, ez bûm evîna wî. Ez bi pêş wî ketim, ew bi dû min ket. Wî xwest min bibîne, min xwe ji ber çavê wî wenda kir. Wî xwest min hemêz bike, min xwe ji hemêza wî dûr xist. Wî xwest min bêhn bike, min weke bayê biharê xwe li ber pozê wî xist û ez çûm. Wî xwest bi min şa bibe, min bi evînbariya xwe di evîndariya dilê wî de leylan da. Ew bi dû min ket min xwe jê wenda kir. Dilê min bu kîvroşka seydvaniya çar demsalan, di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe. Ne ez westiyam û ne jî ew. Ew hê jî li dû min e û ez hê jî jê direvim.

 

 

Ez hêja zarokekî biçûk bûm, min navê wê bihîst. Evîna wê di dilê min de bû. Na na! Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn bi ser min de barî, ez bûme evîndarê wê. Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana. Navê wê li ser zimanê min e û bejn û bala wê li ber çavê min e. Ew xweşikî û ziravî û narîniya wê hê jî li ber dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik û wek gula sor a bêhnxweş dijî. Ew bû evîna min, ez bûm evîndarê wê. Ez bi dû wê ketim û ew ji min reviya. Min xwest ez wê bibînim, wê xwe ji ber çawê min wenda dir. Min xwest ez wê hemêz bikim wê xwe ji hemêza min dûr xist. Min xwest ez wê bêhn bikim, wê weke bayê biharê xwe li ber pozê min xist û çû. Min xwest ez pê şad bibim wê di evîndariya dilê min de leylan da. Ez bi dû ketim min wê nedît. Dilê min bû tajiyê seyd û nêçîra çar demsalan. Di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe. Ne ez westiyam û ne jî ew. Ez hê jî li dû wê me û ew hê jî ji min direve…

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Zar bijare3858
Zar

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.