Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê

%25Daşikandin
225,00 TL
300,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare2467
Yazar
Ferhad Ebdulhemîd Palewan
Sayfa Sayısı
634
Kitap Adı
Zerdeşt û Avesta Felsefeya Yekxwedaperestiyê
Dili
Kurmancî
Ebat
13,5 x 21.5 cm
Basım Yılı
2021
ISBN
978-625-77341-1-0
Çevirmen
Muhsin Ozdemîr
Price
300,00 TL + VAT
Kurte  

Mebest ji berhevkirin û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.

Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin  sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.

 

Berhema Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka  jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî  agahiyên berfereh radigihîne.

 

Ev berhem  bi awayekî berfereh  mijarên weke  binemala Zerdeşt û peyrewên wî,  wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş,  fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt,  fikir û ramanên Zerdeşt,  nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de,  felsefeya Ola Zerdeştî,  jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve,  başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de,  yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî,  Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî,  di Ola  Zerdeştiyê de firîşte, yezd,  pirtûka Avesta û şerha wê ,  raborî û çîroka Avestayê,  der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre.

Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd  deriyekî agahiyê ye.

Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê bijare2467
Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.