
Naverok
Kurte
Li gundekî biniya çiyê ev çend sal
in bûyerine ecêb diqewimin. Gundiyên ku bawer dikin cinek li serê çiyê dijî,
kaniyên ku dimiçiqin, berhemên dirizin, xwarinên genî dibin, zeviyên titûnê yên
ku tirikê li wan xistiye, çêleka ku sê salan golikeke mirî dizê û serbarê ser
jî xewn û pêşbîniya Camêrê titûnvan ku dibêje lehiyeke boş û mezin dê vî gundî
ramale. Şermîn û xwişka xwe ku Camêrê bavê wan ew berî lehiyê ji gund şandî
îcar jiyaneke nû li ber xwe dibînin ku tijî ye bi zor û zehmetiyan.
Pêşbîniya Falgira Qereçî ya ku li
gor Ebdulmecîd Lutfî yek ji şahkarên wî ye di warê behre û nivîsandina romanê
de, bi wergereke serkeftî ya li gor şêwaza romanê û ferhengokeke peyvên kêmnas
a dewlemend êdî bi kurmancî ye.
Înan Eroglu
“Dema ku min Mamoste Ebdulmecîd
Lutfî nas kir ku ew bixwe nivîskarekî kurd e lê bi erebî dinivîse û wek
wêjevanekî navdar ê ereb tê naskirin, ne ew qas temenê min mabû ku bikarim
karekî wisa bikim û ne jî ew zêde jîna wî mabû ku bikare vê wergerê di kokê de
pê de were û serrast bike. Wî got min romanek heye ku hez dikim bi kurdî jî bê
xwendin û bi zimanê min jî bê naskirin. Diyar e ew mirov, her ji dema
zarokatiyê ve nîşaneyên hesta wî ya kurdatiyê hebûn lê gelek dereng ew hest
peyda bû. Xweş e ku mirov bi xerîbî nemire û dema neban jî bû, qet nebe ji
şivanê xwe biyanî nebe û xwe lê bike xwedan.”
Şukur Mistefa
Pirtûk | |
Navê Pirtûkê | Pêşbîniya Falgira Qereçî |
Nivîskar | Ebdulmecîd Lutfî |
Wergêr | Ji Sorani: Şehab Xalidî |
Hejmara Rûpelan | 136 |
Ziman | Kurdi |
Ebat | 13 x 19,5 cm |
Dîroka Çapê | 2022 |
ISBN | 978-625-83830-6-5 |