Menu
Selika Min

Dîwan - Seydayê Tîrej

Dîwan - Seydayê Tîrej
-25 %

Naverok

Kurte

Dîwan, her sê pirtûkên Seydayê Tîrêj yên bi navê Xelat, Zozan û Cûdî dihewîne. Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a sedsala 20an e. Heta ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Vîetnamê, ji têkoşîna Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû didan, tê de dixuyin.


Bi kurtayî, helbestên Seyda digel aliyên xwe yên edebî, di heman demê de eyneya jiyan û dîroka kurdan a sedsala borî ye. Seydayê Tîrêj, bi dîwanên xwe, dê xwendevanan derxe rêvitiya dîrok û edebiyatê ya li seranserê sedsalekê.


İstanbul, 2014

***

Seydayê Tîrêj - Di sala 1923an de li gundê Nicmê yê li herêma Qamişlokê hatiye dinyayê. Navê wî Naîf e. Li ber destê aliman xwendiye û piştre jî ji bo xwendina dibistanê demekê çûye Amûdê. Her çend xwendina xwe temam nekiribe jî li vê derê kesên wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Nûredîn Zaza nas kirine. Ev kes tesîreke mezin li Tîrêj kirine û li ser welatperwerî û kurdperweriya wî rolek lîstine. Seydayê Tîrêj ji xeynî dîwanên wekî Xelat, Zozan û Cûdî, mewlûdeke kurmancî û hin jî serpêhatî nivîsîne. Di sala 2002an de li Hisiçayê çûye ser dilovaniya Xwedê.


Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
Xelat (1991)
Zozan (1990)
Cûdî (1998)
Mewlûda Pêxember (2006)
Serpêhatiyên Kurdan I-II (1992/2009)

Dîwan - Seydayê Tîrej
Pirtûk
Navê Pirtûkê Dîwan
Nivîskar Seydayê Tîrej
Hejmara Rûpelan 538
Ziman Kurdî
Ebat 13.5*21 cm
Dîroka Çapê 2014
ISBN 978-60585387-3-3

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
71.25 TL
95.00 TL
Pûanê hewcekirî: 4070
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 74
Rêjeya Temaşekirinê: 2413

Parve bike