Menu
Selika Min

Dersên Şerîetê Hedîsên Cenabê Pêxember

Dersên Şerîetê Hedîsên Cenabê Pêxember
-28 %

Naverok

Kurte

Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin.

Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin.

Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd.

Dersên Şerîetê Hedîsên Cenabê Pêxember
Pirtûk
Navê Pirtûkê Dersên Şerîetê Hedîsên Cenabê Pêxember
Amadekar Mesûd Serfiraz
Nivîskar Kamiran Alî Bedirxan
Hejmara Rûpelan 101
Ziman Kurdî
Ebat 13,5 * 19,5 cm
Dîroka Çapê 2012
ISBN 978-605-52792-4-0

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
43.50 TL
60.00 TL
Pûanê hewcekirî: 1314
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 28
Rêjeya Temaşekirinê: 1898

Parve bike