(beşek ji romanê)Belê ezbenî, dema ez bûm heft salî, bavê min xwest ez bidim ser rêyekê ji rêyan ku ji ya wî bi xwe cuda be. Rabû ez birim mizgefteke li ser qiraxa Çemê Ferêt, li hêla Resafeyê da ez fêrî Qur’anê û awa û bingehên xet û xweşnivîsiyê bibim. Li wir wî ez radestî xetatekî navdar kirim, n..
KurteJi pîrewergêrEz wê şevê ji ber tayê raneketim. Hevalên min ketin xewa şêrîn lê Rahib her li kêleka min bû dua dikirin. Min dikaribû ez ayetên Quranê jî di nav duayên wî re nas bikim, herweha hin duayên ku min ji şêxekî Helebî jî bihîstibûn wî digotin. Gumanên min zêde bûn lê min ji xwe re got: ..