Binyat û Vegotin
Yeni
Lis

Binyat û Vegotin

Awireke Teorîk Li Çîrokê
%20İndirim
220,00 TL
275,00 TL
Marka
Lis
Dil
Kurdî / Kürtçe
Sayfa Sayısı
176
Ebat
13,5 X 21,0 cm
Basım Yılı
Ekim, 2025
Fiyat
275,00 TL + KDV

"Çîrokek, bi tenê xwe venabêje; ava dibe, dadihûre û ji nû ve tê xwendin."

 

Ger çîrok avahîyeke ji bêjeyan lêkirî be, têgihaştina wê jî dê bi fêmkirina avahîsazîya wê pêk were. Pirtûka Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê, çîrok bi kîjan rêbaz û rêgezên binyatger û dozîneya vegotinî tê raberkirin wekî teorîk û rêberekê nexşeyeke çîrokê ji dilxwazên xwînera wêjeyê re pêşkêş dike.

 

Yaqob Tilermenî bi vê pirtûkê kevirên takêşî û binyatgerî, ne bi zimanekî hînkerî; bi feraseteke dahûrînî, lêpirsînî û tatêldarkirinî nivîsandiye. Dema vegotinê, bergeh, çeşna wêjeyî ya zîbeqî, lihevanîna rûdanî, navlêkirin û pênasekirina civakî û wêjeyî; hem li ser zanîna teorîsyenên klasîkî hem jî bi mînakên çîroka Kurdî ya nûjen raber dike.

 

Her wiha, beşa salnameyê, çîrokên sê salên li dû hev wekî parçeyekî kovar û pirtûkan di parzûnekî dozîna vegotinî re dinizilîne û dinirxîne. Bi vî awayî xwîneran ne bi agahîyên req ên teorîkî bi tenê, bi hişmendîyeke bîrmendîya wêjeya îroyîn jî, nîşeyan ji pirtûkxaneya Kurdî re dinivîse.

 

Xwendekarên wêjeyê, kesên li ser rêça çîroknûsînê û xwînerên miraqdarê têgihaştina çîrokan a kûr û dûranî dikarin der barê vê pêşanîyê de feraset, pirs û bersivên cihêreng di nava rûpelên Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê  de peyda bikin.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Binyat û Vegotin bijare3963
Binyat û Vegotin

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.