Ceribînek Li Ser Bêjenasîya Kurdan
Kurte / Özet
Jîri, zanîn û peljeniya milletekî di zimanê wî de kom dibe. Lewra ziman hebûna millet e. Neteweyek li hember neteweyên din jî bi zimanê xwe ve hêza xwe û hebûna xwe dide nîşan. Ger ku ax bête wendakirin millet wenda nabe lê dema ku ziman wenda bû meriv nikare êdî behsa wî milletî bike. Helbet wendabûn an wendanebûna ziman rasterast bi bikaranîna wî ve 'eleqedar e. Lê ji bilî vê, li ser dewlemendî û pêşvebirina ziman xebatên zimannasî, bêjesazî û etimolojîyê jî pêwist in. Lewra kok çiqas zexm be tê wê wateyê ku dîrok ewqas zexm e. Paşeroj çiqas xurt be ji bo pêşerojê jî ewqas derfetên berfireh hene. Belê koka zimanê Kurdî têra xwe xurt û saxlem e. Têkûz û pihêtbûna zimanê Kurdî bi ev berhema ku niha di destê we de ye jî hatiye îspatkirin.
Pergala raman û fikirandinė bêje ye. Dewlemendiya bêjeyan herwiha dewlemendiya ziman, fikr, raman û gotarê ye. Kesek bi kêmbêjeyî nikarê derdê xwe yên dîrokî û derûnî bi hêsanî vebêje. Di qada şaristaniya navneteweyî de jî ziman û nemaze bêje ji bo milletekî erkeke mezin dilize.