CÎHANA NÛ YA XWEŞ
Aldous Huxley di Cîhana Nû Ya Xweş de, ku di 1932’yan de nivîsîye, jîyana salên 2500’î pêşkêş dike. Li Cîhanê dewletek tenê bi navê Dewleta Cîhanê heye, zarok di laboratuwaran de, bi hejmarên girseyî tên hilberîn. Zewac, malbat, dayik, bav, xwişk û bira, herweha hestên wekî hezkirin, evîn, xemgînî, hêrsbûn û hwd. tune ne. Nexweşî, kalbûn û pîrbûn jî tune ye, mirov her tim ciwan in, kêfxweş û bextewar in.
Lê gelo cîhaneke wiha mimkun e?
Huxley bi nivîsîna vê romana dîstopîk di eslê xwe de vê pirsê ji cîhana me yî îro dike. Lewra pêşkeftinên zanistî û teknolojîk me ber bi cîhaneke wiha ve dibe. Huxley bi karakterê Johnê ku ji herêma Bejî hatiye vê cîhanê, şaşî û qisûrên vê cîhanê nîşan dide, di heman demê de bersiva vê pirsê jî dide.
Cîhana Nû Ya Xweş ji alî Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin ku romanên George Orwel 1984, Çewlîka Heywanan, Kallocain a Karin Boye û gelek romanên din wergerandiye Kurdî. Ev roman ne tenê xeyala cîhaneke pêşerojê ye, di heman demê de neynika cîhana me yî îro ye jî. CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ CÎHANA NÛ YA XWEŞ