Çîrokên li ber bayê
Di edebiyata Kurdî de ciyê kurteçîrokê hingî diçe geş dibe. Evdirehman Elçek jî di vê berhemê de vebêjiya xwe ya di kurteçîrokê berdewam dike.
Metneke edebî bi rêya vebêjer dengê xwe diafirîne, lê dengê her xwendinê aîdê xwîner e. Di çîrokên Elçek de dengekî tazî û ragirtî di derûna karakteran de rengê xwe xwîner. Di berhemê de zeman û mekan ber bi rabihuriyê ne.
Elçek şêwazên cihê di vegotinê de dane xebitandin, car heye deqên kurt û parçeyên tematîk şewqa xwe dikine ser mijarê. Car heye çîrok di teqla nezmê de daye herikandin. Helbet Elçek pirranî li pey mijarê ye ku kêş û vekêşa derûna vebêjer, meriv dibê ji jiyana şexsî û rojane didin der. Çîroka bi navê Celse ku bi beşên celseyên mehkemeyê diherike, hest û bêhûdeyiya wê hewaya Doz a Kafka jî dide.
Mekanê hin çîrokan wekî nexweşxane, xaniyên xalî, kesên tenê, tirs û xeyalên wan wê atmosfera metnê ava dikin.
Rizgar Elegez