Dekolonîzasyon Û Yên Dekolonîzebûyî
Yeni

Dekolonîzasyon Û Yên Dekolonîzebûyî

%25İndirim
187,50 TL
250,00 TL
Marka
Dil
Kürtçe (Kurmancî)
Sayfa Sayısı
152
Ebat
13,5 x 19,5 cm
Basım Yılı
2025
Çevirmen
Fahriye Adsay
Fiyat
250,00 TL + KDV

Di vê kitêbê de Albert Memmi bi me re dipeyive ku rojekê serxwebûn bê bidestxistin jî dibe ku ew bixwe, nîşan û sembolên serweriyê têra me neke; netewe-dewlet xwe biqedîne berî ku derfet bibîne xwe îsbat bike ger nikaribe civakeke nû ya nifşên nû dixwaze ava bike; dema hiqûqa kolonyalîstan bê rakirin û şûna wê neyê tijîkirin, gendeliya berdewam û kontrola kesên nêzîkî serkirdeyên sektorên aborî dikare serxwebûnê biherimîne; vê carê gelê dewleta serbixwe ji ber feqîrî û zordestiya navxweyî xwe li sînorên wan welatên kevne-kolonyalîst û welatên rojavayî xin. Ev trajedî ye.

Loma riya serxwebûnê riya avakirina civaka siberojê ye û di vê riyê de rola întelektuelan giring e. Li welatên ciwan kêmasiyên întelektuelan ew e ku qadê vala dihêlin ji ewan re ku ji dêvla rasyonelbûnê coşeke mistîk û îşligê teng ê endamtiyeke hişk a vekirîbûna universalîzmê tercîh dikin; ji dêvla vêgaya biqaswet an bêrûmetkirî, xewna vegera bo serdemeke zêrîn dibînin. Întelektuel ji wê wêrektiyê bêpar in ku tişta beloq bibînin.

Nivîskar amrazeke miezem heye di destê wan de, sêwirandin, dike ku bidin bawerkirin. Dikarin tiştên ew hîs dikin û difikirin li lehengên honakî bar bikin. Pêncî romanên ji serdemeke diyar, ji bo famkirina wê demê çavkaniyeke gelekî dewlemendtir dabîn dike ji tonên kaxiza rojnameyên di hikumdariya dîktatorekî de hatiye çapkirin.

Ew tişta ji ramangerekî serbixwe tê payin, emilandina aqlekî rexnegirane ye bo hevtemenên xwe. Întelektuel ji dêvla ku xwe li teoriyên demode bigrin û li dora wan biçin bên, divê biwêrin bi rewşa xwe ya rastîn û bêşiyaniya siyasetmedaran re rû bi rû bibin.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Dekolonîzasyon Û Yên Dekolonîzebûyî bijare3920
Dekolonîzasyon Û Yên Dekolonîzebûyî

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.