Kurte
Şikandina tirsê ye serbilinbûn
Dergehê azadiyê
Ev e sebeba rûkeniyê
Va ye li vir
Evîndarekî xwedênenas û xwezaperest
Bi destûra bê û baranê dijî
Li benda te 
Li dengên birûskan guhdarî dike
Biavêje kirasê civatê ji ser xwe
Di bin şewqa çirûskan re
Şil bibe
Were 
Îşev 
A niha 
Saet duduyê min û te
Heger tu hebî li devereke vê cîhanê
Û hîn xwîn di rehên can de digere
Bixe ji ser textî, serdarê newêrekan
Şûrê evînê bikişîne
Li ser hespê jinxasiyê yê ji êgir
Ber bi keleha li sikurên çiyayê hezkirinê ve 
Bi çargavî bişewite 
Were
                    Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!