Destxeta Petersburgê
%25İndirim 
										
											195,00 TL
										
																		
										260,00 TL
									
								Kategori
                                    
                                Marka
                                    
                                Yazar
                                        Jan Dost
                                    Sayfa Sayısı
                                        138
                                    Kitap Adı
                                        Destxeta Petersburgê
                                    Dili
                                        Kurdî
                                    Ebat
                                        13.5 x 21.0 cm
                                    Basım Yılı
                                        2024
                                    ISBN
                                        978-6256-963-95-5
                                    Yazar
                                    
                                
                                                                                    Fiyat
                                                                            
                                    260,00 TL + KDV
                                Kurte
Ez li meydanekê me nêzîkî stasyona trênan li bakurrojhilatê navenda bajarê Petersburgê. Telefon di destê min de ye. Ez bi displaya biçûk de dinêrim û didim pey fermanên ku App a Offline Maps & Navigation dide min.
Berê min li kitêbxaneya netewî ya rûsî ye. Li meydana Ostrovskogo li Petersburgê.
Armanc: pêketina şopekê ku mirov bigihîne desxeta Mela Mehmû- dê Bazîdî ew berî sed û pêncî salî ji bo akademiya imperatorî a rûsî tomar kiribû.
Di navbera min û kitêbxaneyê de, li gor ku li ser displayê diyar dibe, du kîlometre ne. Nîv se'etek meş yanî.
"Ne xem e. Meş pêwist e ji bo ku ez bikaribim zora sermaya vî bajarî bibim". Ez dilê xwe xweş dikim û di kolana Nevsky de berê xwe didim rojava.
"Ku ne ev App be jî ezê winda nebim. Ezê rasterast bimeşim paşê li ser destê xwe yê çepê bizîvirim. Hew ev e. "Ez ji xwe re dibêjim û serê xwe ji ser displaya vêketî radikim.
                    Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!