Ez û Min
Özet
Ax! Xwezî bi wan rojan!            
 Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.
Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.
Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.
Şev kanûnkuj bû.
Bapîrê me digot, wextekê ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare,