Havîna Feremerzê Hejarî Li Parîsê
Yeni

Havîna Feremerzê Hejarî Li Parîsê

%20İndirim
184,00 TL
230,00 TL
Kategori
Marka
Dil
Kürtçe/Kurdî
Sayfa Sayısı
120
Basım Yılı
Ekim, 2025
Ebat
13,0 x 19,5 cm
Fiyat
230,00 TL + KDV

Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.

Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkên asimanan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.

Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike.

 

Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Havîna Feremerzê Hejarî Li Parîsê bijare3967
Havîna Feremerzê Hejarî Li Parîsê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.