Hêmanên Folklorîk Di Romanên Eliyê Evdilrehman De
Cûreya romanê qadeke nû ye ku bi awayekî xurt û çalak di dawiya sedsala 18an de, di nava cihanê de belav dibe. Gihaştina wê û rengvedana wê ya di nav edebiyata kurdî de, xwe digihîjîne nîveka sedsala 20an. Wexta ku em destpêka romanê kurdî vedikolin, tê dîtin ku naveroka romanên destpêkê bi hêmanên folklorîk tije ne. Di hemû roman û novelên Elîyê Evdilrehman de jî hêmanênên folklor bi awayekî aşkere xwe dide der. Nivîskar, hêmanên folklorîk yên mîna gotinên pêşîyan, biwêj, nifir, rabûn û rûniştin, zewac, kîrvetî, bîr û bawerî û hwd., bi şiklekî sirûştî di nav berhemên xwe de belav dike. Bikaranîna hêmanên folklorîk gelnasiya nivîskaran derdikeve pêş ku Elîyê Evdilrehman jî yek ji wan nivîskaran e. Loma jî me xwast em li ser roman û novelên Eliyê Evdilrehman bixebitin.