ji kitêbê
Eşîra Antîk
"erdê kesk bi ro de diçe"
Li ber darebeyên qehwexaneyên
warxanên seqem, hilm li ber dêv,
diqerisin serpûş û kolozên zemander,
li ser serîyan de dipelişin.
Çend heb bendewarên birçî,
û bi pişîkeki ve tev,
li dora erebeya destan a ku li ser
çend yaşîk masî diperpitin,
dicivin.
Ewên, rû qurçimî ji zû ve ye tehmijîne.
Dengbêjê pişwext, ew î qumarbaz,
Li pişt caman dizikrîne,
wan dastanên xef û raz.
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!