Kurd – Miletê Jixwemezintir
Kurte
Arif Zêrevan, rojnamevan
û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran
û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra
xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne,
tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast
bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û
behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.
Ev kitêb behsa çîroka
siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan
dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk »bindest« in. Kurd di
meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina
kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e. | Mihemed Sanri |