Kurê Dêlegurê
Yeni

Kurê Dêlegurê

Çîroka Kurdên Anadolîyê
%24İndirim
266,00 TL
350,00 TL
Kategori
Dil
Kurdî
Sayfa Sayısı
264
Ebat
13,5 x 19,5 cm
Basım Yılı
Eylül 2025
Fiyat
350,00 TL + KDV

Ev çîrok, bi destpêkirina koçberîya eşîra Xelikan, dîrok, çand û serpêhatîyên kurdên ketine nav axa Anadolîyê vedibêje. Ji germa Çukurovayê heta hişkesalîya Konyayê, ji çiyayan heta deştan, ji Enqereyê heta Selanîkê çîroka şivanekî şervan û bilûrvan dide ber xwe, carinan bi çîrokbêjîya kurdên Anadolîya navîn, carinan bi dengbêjî û  helbestavanîya wan a xwezayî bûyeran vedigerîne metneke edebî.

Hilweşîna desthilatdarîya Osmanî, avabûna Tirkiyeyê, salên avabûn û xirabûna bajar û dewlet û gelan e. Lê ji bo hin kesan tiştek neguherîye, ji her derdê netew û dewletên demê dûr, jiyana xwe çawa bi hezar salan meşandibin wisa dimeşînin. Lê dinya hemî di şer de ye û hesabên mezin tên kirin, lew şivanê kurd Qelê, di nîvê şer de bi xurtî dibin leşkerîyê. Ne nasnameya wî heye û ne jî ziman dizane.

Evîn dema vegere hesretê, gumanên kûr bi xwe re tîne… mirov carinan ji tirsan li penagehên xelet digere, lê nizane. Çarenûs carinan xîyanetê bi navê xilasbûnê dike çareya yekane.

Ev roman ne tenê behsa çîroka hatina kurdan bi axa Anadolîyê dike, herwiha behsa kesên nehatî dîtîn û çanda gelê hatî jibîrkirin jî dike. Evînên pêkan û nepêkan li hev dipêçe, nîşan dide ka çawa hêza evînê zorê dide bawerî û çandên hezarsalî û berê wan diguherîne.

Di Kurê Dêlegurê de, Yusuf Kaynak bi çîroka şivanekî xizan qala şikestina gelek kes û eşîr û gel û desthilatîyan dike. Dîroka şer û rewşa giran a demê, bi çîroka evîndaran ve girê dide û bi serpêhatîya şivanê evîndar û dildara wî, dixwaze çîroka yek ji wan hezaran kesên bêdeng hatin û çûn ragihîne.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Kurê Dêlegurê bijare3888
Kurê Dêlegurê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.