Mewlûda Mela Huseynê Batêyî
Kurte
Zîwer Îlhan di vê xebatê de derheqê 23 nusxeyên mewlûda Bateyî de agahî dide û 14an ji wan berawird dike. Nusxe, beş bi beş, xane bi xane, herf bi herf hatine xwendin û berawirdkirin. Di jêrenotan de çewtî, kêmanî, zêdeyî cudatî hatine nîşandan. Herweha peyvên ku xweş nayên xwendin û tu wateya wan nîne di çarçoveya restorasyona metnê de hatine serastkirin.
Girîngiya vê xebatê ji vê tê ku heta niha tu kesî ev qas nusxe û çap berawird nekirine, ferhengeke Mewlûdê evqasî berfireh amade nekiriye. Mebesta vê xebatê berawirdkirina nusxeyên mewlûda Melayê Bateyî, serastkirina çewtiyên peyvan û li gorî vê jî nivîsîna bi tîpên latinî metneke têkûz e. Ji ber ku metnê resen ne di destê me de ye, ev kar pêwist e weke “Restorasyona Metnê” bê qebûlkirin