Ji jimara 171ê merheba. Hin bûyer hene di dîrokê de, li pey xwe şopeke mayînde dihêlin û mîlad in. Li ser daxwaza Abdullah Ocalan, di 12ê Gulana 2025an de PKKê biryara xwe fesihkirin û çekberdanê da. Ev biryara fesihkirin û çekberdanê jî bûyereke weha ye. Gelek muhîm e; lewra umrê me gelekan bi şer re derbas bû. Em jî zarokên me jî, bi şer re mezin bûn. Di van 40 salên dawîn de, jiyana me tevan di rewşeke neasayî de derbas bû. Bi hezaran gundên me hatin şewitandin û valakirin. Bi milyona Kurd mecbûr man ji welatê xwe koçî rojavayê Tirkiyê bikin. Wek encam, di nava çil salan de, ji jiyana civakî bigire hetanî teknolojiyê, ji dengeyên polîtîk yên dinyayê bigire hetanî têkoşînên gelên bindest, gelek guherînên ku çil sal berê mirov texeyul nedikir pêk hatin. Di rewşek wiha de tu wateya şerê çekdarî nemabû. Loma jî biryara çekberdanê biryareke rast û di cih de ye. Şer bisekine, sikûnet, hizûr û aramî were welat, wê millet rehet bike. Bi rastiya xwe, ji bo dewlet mafê Kurdan bide, hewce bi biryara çekberdanê tuneye. Dewlet bi salan e ji bo hin heqê Kurdan nede “teror”ê ji xwe re dike hincet. Madem PKK çekan berdide, êdî ew behaneya dewletê jî namîne. Divê dewlet helwestek samîmiyane nîşan bide, di serî de mafê ziman, bila mafên Kurdan yên însanî, bêyî kêmanî teslîm bike.
*** Bi çend gotinan jî behsa vê jimarê bikim. Rohat Alakom di vê jimarê de behsa wêneyên Joseph de Baye, yê ku li Qaxizmanê kişandine kiriye. Arkelogê Frensî Joseph de Baye di dawiya sedsala 19an, di serê sedsala 20an de gelek caran çûye Rûsya û Qefqasyayê. Dema diçe herêma Qefqasyayê, diçe Tiflîs, Rewan, Agirî û Qersê jî. Pirçandiya wan, kincên wan deran bala wî dikişîne. Fotografan dikişîne, dibe Fransayê. Hinekan diweşîne jî. Rohat Alakom wêneyên ku li Qaxizmanê kişandine, di vê jimarê de dane. Li dinyayê gelek şairan gul kirine mijara helbestên xwe. Gelek şairan temamî li ser gulê helbesta xwe ava kirine.
Ji wan şi’ran re Gulname dibêjin. Yek ji wan şairên me jî Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî ye ku Gulnama wî gelek meşhûr e. M. Zahir Ertekin di vê jimarê de Analîzek li dor Gulnameya Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî nivîsiye. Ayhan Geverî di nivîsa xwe de, di çarçova nêrîna Melayê Cizîrî de ‘Aşiq, Maşûq û Reqîb îzah kiriye. Wekî din Geverî, li ser Mela Feyselê Taş jî nivîsiye. Mela Feysel ji gundê Dadînan yê Vartoyê bû û îsal wefat kir.
Mele Mihemedê Kêrsî di nivîsa xwe de, behsa Dubaskîtiya medresên Kurdan kiriye. Yanê pevrebûna ilmê medresê û terîqetê kiriye mijara nivîsa xwe. Gulpik gundekî Hîzanê ye. Herî kêm 100 sal berê kesekî bi navê Mela Emer li vir jiyaye. Bi henek û laqirdiyên xwe nav daye. Bedirxan Epözdemir jî di vê jimarê de li ser vê taybetiya Mela Emer sekiniye û ji wan pêkenînên wî nimûne dane. Salih Kevirbirî di nivîsa xwe de dixwaze bala me bikşîne ser Kurdên Qefqasyayê ku di dema xwe de xizmetên bêhemta kirine. Abdullah Încekan di vê jimarê de ji Dîwana Goethe beşa Hîkmetnameyê ji Almanî wergerandiye Kurmancî. Evîn Şikakiyê jî li ser helbestkara hêja Diya Ciwan nivîsiye. Diya Ciwan di 26ê Sibata 2025an de wefat kir. Li pey xwe şop û zimanek paqij û gelek berhem hîştin. Hepveyvîna vê jimarê jî Nihad Gültekin bi dengbêja jin Dîlbera Wekîl re kiriye. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe ev kes hene: Ahmedê Hepo, Sabri Akbel, Ebru Yılmaz, Mela Omerê Tetwanî, Ozan Serhedî, Yılmaz Elagöz, Amîne Pîrozxan, Mehdî Ritamî, Ayşegul Kızılkaya, Walter Benjamin, Dilazad A.R.T., Ferhat Çiftçi, Sadullahê Misircî û Abdulkadir Gök. Şairên vê jimarê jî wisa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melih Cevdet Anday, Sidîq Gorîcan, Mihemed Elî Bayram, Xewneroj, Zeynep Şemdinoğlu, Qedrî Sipranî, Mustafa Ertaş, Xortê Nazik, Burhan Tuz, Ayşegul Kızılkaya, Salih Kevirbirî, Umêd Qerenî, Asyah Goyî, Reyhan Sarhan û Mustafa Işık. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK