Lis

Pênc Kulîlkên Zivistanê

%20İndirim
112,00 TL
140,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Basım Yılı
Mart, 2012
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Dil
Kurdî / Kürtçe
Sayfa Sayısı
96
Fiyat
140,00 TL + KDV

Kurte / Özet

Pênc Kulîlkên Zivistanê, pirtûka kurteçîrokan a Mahir Bagokê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Deriyê Sibehê (Lîs, 2011), bi mijarên xwe yên li ser bûyer û qewamên li welatê me yên bîst û pênc salên dawî ve, yên ku rûxana takekesî û civakî dinimînin û bi zimanê xwe yê sade ve, yê ku berê xwendevanê xwe dide vegotineke tîr, çardeh kurteçîrokên bi navê Rojda û Dibistan, Danûk, Qeşafiroş, Lehengên Şoreşê, Pênc Kulîlkên Zivistanê, Sê Gulleyên Şevê, Termên Hevalên Min, Bayê Azadiyê, Mehîra Nîvco Mayî, Tirs, Hêsir Bi Ser Camê De Barî, Xwîn Pijiqî Bûkê, Xwînsar û Axa Tenûran ên hêjayî xwendinê bi xwe ve digire.

 

Nivîskarê Pênc Kulîlkên Zivistanê, Mahir Bagok, ê ku par jî bi dîwana xwe ya bi navê Deriyê Sibehê ve derketibû pêşberî xwendevanên Kurdî, şervanekî azadiyê yê girtî ye û di van salên dawî de, xwe dispêre ezmûnên jiyana xwe ya şervaniyê ya li serê çiyayên welêt, di nava mijarên kurteçîrokên xwe re, peywendî û pevgirêdanên xurt di navbera rabirdûya welêt a nêzîk, ku zarokatiya wî ya li welêt bi xwe ye, û demên cihêreng de, ku têperbar û guherbar in, durist dike. Her wiha, nivîskar Bagok di nava mijarên kurteçîrokên xwe yên pirtûka xwe ya Pênc Kulîlkên Zivistanê re fireh şov dike û giyanê demeke diyar bi gelek rê û awayan dike çîrok û bi vî awayî jî, bi gavine saxlem dimeşe ber bi kelepora wêjeya Kurdî ya kurteçîrokê ve.

 

Mahir Bagokê nivîskarê Pênc Kulîlkên Zivistanê, wekî yek ji nivîskarên ku ‘qonaxa şoreşê' hildidine binê qeftê, çardeh kurteçîrokên bedew li kelepora Kurdî ya nivîskî zêde dike û bi van kurteçîrokan ve nîşan dide ku pênûsa wî bêhnfireh û berfireh e û ew ê ji vir û wiha di pexşanê de wekî navekî terr û teze biçirûse.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Pênc Kulîlkên Zivistanê bijare3613
Pênc Kulîlkên Zivistanê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.