Rêwiyên Newrozê
Yeni

Rêwiyên Newrozê

Nivîsên Li Ser Edebîyata Kurdî
%25İndirim
420,00 TL
560,00 TL
Kategori
Marka
Dil
Kürtçe
Sayfa Sayısı
370
Ebat
13.5x21.0 cm
Basım Yılı
2025
Fiyat
560,00 TL + KDV

"Berê gotin hebû, nirxê wê hebû û serwerê raman û kiryarê bû; gava gotineke nirxdar ji devê gotindarekî derketa, ew gotin li ser şaneyên hişan dihate nivîsandin û lêvan jî bi alîkariya zimên ew pêşkêşî derdorê dikir, raz û efsûna wê belav dikir. Ma pirtûk jî ne berhevok û berhema gelek gotinan e? Belê, berê gava hişmendekî civaka kurd gotinek di hişê xwe de bipîva, bigota û kesên li derdorê jî xwenda bûna, wan ew gotin wekî nîşeyekê qeyd dikir; lê gava gotin fermanên mîrekî yan jî dersên zanayekî bûna, vê carê rengvedana wê rêzegotinê bi pênc astan dikemilî: gotindar, nivîskar, xalbend, neqşbend û cildbend. Gotindarî gotina xwe digot, guhdarê li hindê gotin wekî nîşeyekê li ser kax- ezekê çîlovîlo dikir û dida xalbendekî; îcar xalbendê ku rê û rêba- zên nivîsandinê dizanîn, ew gotin bi hevokên rast ên watedar ji nû ve dinivîsandin, carinan ji bo kêmasiyan vedigeriya nivîskarî yan jî gotindarî û bi vî awayî hevok û wate zelal dikirin. Piştre metnê li gorî xalbendiyê nivîsandî derbasî destê neqşbendekî dibû; neqşbendî jî ew metn di nava çarçoveyekê de bi cih dikir, li fêz çarçoveyan û carinan jî di nava çarçoveyê de beşên sernavan vedikirin, sernav bi tîpên gir û rengên cihêreng dinivîsandin, carinan jî wêneyên bi destan çêkirî li rûpelan dineqişandin. Gava rûpelên neqişandî ji destê neqşbendî derdiketin, êdî cildbendî li gorî daxwazê pişta pirtûkê didirût, bergek dida ser û ew gotin vedigeriya pirtûkekê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî çapxaneyan, pirtûk bi destan li hev dihatin zêdekirin; her kesî pirtûkek dida pêşberî xwe û ji xwe re nusxeyeke destnivîskî amade dikir. Her wiha hinek pîşekar jî hebûn ku li gorî daxwaza mişteriyan pirtûk bi destnivîskî kopye dikirin û bi vê kedê pere qezenc dikirin; lê mixabin bi belavbûna amûrên çapê re ev pîşe ji holê rabû."

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Rêwiyên Newrozê bijare4074
Rêwiyên Newrozê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.