Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve
Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endezyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû; ew di heman demê de serbilindiya miletê kurd û hemwelatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû. Wî bi sedan xebatên zanistî, xwedîtiya zêdetirî 200 patentan û lêkolînên xwe yên pêşeng ên di warê kîmya û derxistina neftê de, mohra xwe li qada navneteweyî xist û di qada zanyariyê de gihîşt astên herî bilind.
Ev pirtûka bîranînan a ku ji salên zarokatiyê yên melûl heta serkeftinên herî mezin ên akademîk diçe, şahidiya berxwedan û jêhatîbûna zanyarekî mezin e. Nadirov di vê berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên xwe yên bêwestan vedibêje; di heman demê de nîşan dide ka mirov çawa dikare di nav şert û mercên herî dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê bi ser bikeve û rê nîşanî nifşên nû bide.
Herwiha ev pirtûk ji bo xwendevanên kurd xwedî wateyeke dîrokî ye; ji ber ku cara yekem e berhemeke vî zanyarê mezin bi zimanê wî yê zikmakî, bi kurmanciyeke şêrîn digihîje ber destê wan. Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve