Seta 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok
Özet
101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok
Gotinên pêşiyan, gotinên gel ên bi kakil in ku di heman demê de bi hêza xwe, teşe didin jiyana gel. Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel dawerivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar tenê gotin û nivisîn. Her gotineke pêşiyan darêzekê, dersekê,hukmekî an jî şîret û pendekê,dahêneke bedewkar,derûniyekê,qerf û henekeke estetîk û rexneyekê dihewirîne. Her gotineke pêşiyan, teqez cara pêşîn ji aliyê kesekî zana û şareza ve hatiye gotin. Paşê navê wî kesî hatiye jibîrkirin. Lê ji ber ku ziman zindî ye, di pêvajoya dîrokê de tevî xwe, gotin û kilîşeyên xwe jî veguherandine. Ango halê xwe yê dawî stendine.
101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok - 2
Wek em dizanin, çîrok û serhatî ji gotinên pêşiyan re bûne çavkanî û gotinên pêşiyan ji van çîrokan za ne. Carina jî çîrokek yan serhatiyek bûye çavkaniya çend gotinên pêşiyan.
Yanê ji çîrokekê çend gotinên pêşiyan derketine.
Çend sal berê me bi navê “101 Gotinên Pêşiyan û 101 Çîrok” pirtûkek çap kiribû; wê pirtûkê aleqeyek baş dîtibû.
Ev pirtûka di destê we de jî dewama wê xebatê ye; yanê pirtûka duyem e.
Herdu berhem jî ji 101 çîrok yan jî serboriyên gelerî ku ji 101 gotinên pêşiyan re bûne hîm û binyat pêk hatine.
Di van herdu xebatan de jî, nivîskar berê gotina pêşiyan nivîsiye; paşê jî çîrok, yan jî serhatiya wê gotinê gotiye.…