Özet
"Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê.
Herwekî berga yekem di vê bergê de jî deqên soranî û kurmancî pêşî ji aliyê mamosta Peşêw ve û paşê jî ji aliyê kek Nasih Husên Silêman ve hatine kontrolkirin. Herî dawî deqa kurmancî ji aliyê edîtorê vê xebatê Remezan Alan ve hatiye xwendin. Ji ber vê xwendina wan a hûr û hêja ez sipasiya wan dikim û keda wan bi bîr tînim.
Hêjayî gotinê ye beşek ji van helbestên Peşêw berî min ji aliyê Husein Muhemmed ve hatine kurmancîkirin û divê ez keda wî jî bi bîr bînim. Lê cara yekem e ku hemû helbestên Peşêw bi latînîkirina deqên resen û kurmanciya wan ji bo xwendevanên kurmancî tên pêşkêşkirin û ji ber ku ev xizmet kete para min ez gelek kêfxweş im.
Xwendevan di vê bergê de dê rastî wan helbestên Abdulla Peşêw bên ku di lûtkeya afirîneriyê de hatine nivîsîn û xwediyê xwe gihandiye bandeva hunera helbestê. Bi taybetî helbestên Eger Em Care Bêmewe, Lew Rojewe Legellma Nît, Bo Qerecêk, Mezad, Sedan Sall e, Tirs, Ta Çiray Ême Nesûtê û çend helbestên din dengê efsûnî yê Peşêw di dil û hişê mirov de diteqînin û mohreke mayînde li ser ruhê mirov dihêlin. Ji ber vê ye ku navê Peşêw çend sêhra peyvê û çêja gotinê bi bîr bîne ew çend jî amaje bi teqîn û dengvedanê dike."