Şevek Şîzofren
Kurte
Dê, fedakarî, kontra, sîxur, evîn, şev, heşîş, birîn, kuştin, veger, wêrekî, tirs, azadî, şer, sedeqet, îxanet… Ne ji alîyê deng, ne ji alîyê tevgerê, ne jî ji alîyê wateyê ve dişibin hev ev têgeh. Nabanin li hev. Di dil de hilnayên, tu bavêjî ber kûçikan naxwe. Di ferhengan de jî dûrî hev in.
Ku yek bi yek tevî giranîya xwe di mejîyekî de rûnin, wê bikin kewara mêşan… Ku ne hurum be nikare hilgire vî barî.
Çi qas zor e ku mirov xerab bikeve…
Çi qas zor e ku “birînên mirov bi pêçanê necebirin”…
Amîda bi vegotian xwe ya ku em hogirî wê ne teswîra şevek ji ên vê kewara mêşan dike. Bêyî mêrxasan bipesinîne, bêyî semsarê xwînê biricimîne xwîneran di dalanên derûnîya îxanetê de digerîne.