Şilêrên Binevşî
Kurte / Özet
Xwedê me jî avêt ser rûyê vê dinyayê; hin caran hilkumîn, hin caran em ketin û hin caran jî rabûn ser xwe. Demeke dûdirêj bi azadî jiyan. Me têk bir em serfiraz bûn; em têk çûn bûn êsîr. Bi kurtasî me him bihar him jî payîza vê dinyayê dît. Me nav da çiyayên bilind, zozanan, berrîyan, erdan, avan û welatan. Me hêlînên hest, hêvî, evîn û bîranînên xwe li wan deveran ava kirin û mohra xwe lê xist, ew bîranînên ku me hemûyan xwe tê de didît. Me ji her bihost axê re navek afirand û navê êla xwe lê kir; bo neyê jibîrkirin, bo li vê axa muqedes ezbeta me şax bide û bidome. Gelek sal herikîn, em bûn parçe parçe, biçûk bûn, konê me yên reş çilmisîn. Û zaliman em derxistin ser rêyên bitoz, ji çiyayên biberf dûr xistin, pezên me bi destên canbazên keysbaz tarûmar kirin, ji halekî xistin halekî din; dinya li me kirin dojeh!