Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal
Yeni

Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal

%20İndirim
344,00 TL
430,00 TL
Marka
Dil
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
312
Ebat
13,5 x 21,5 cm
Basım Yılı
2025
Çevirmen
Abdulsıttar Özmen
Fiyat
430,00 TL + KDV

6ê Sibata 2023an, li Tirkiyeyê wekî “karesata sedsalê” hat qeydkirin, li 11 bajaran bû sedema zêdetirî 50.000 mirî û nîşaneya hilweşîneke mezin ku koça navxweyî ya girseyî pêk anî. Du erdhejên navenda wan Mereş, jiyana bi mîlyonan mirovan seranser guhert û li ser kesên saxmayî şopên kûr hiştin. Xwezaya jinişkave û nediyariya trawmayê bû sedema bertekên derûnî yên berbelav ên mîna nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, anksiyete, depresyon, sûcdarî û xemgîniyê… Têgihîştina “qada ewle” ya mirovan ji binî ve hejand. Bi taybetî komên hesas ên mîna zarok, jinên ducanî û xebatkarên tendirustiyê yên tevlî midaxeleyên acîl bûne, bi awayekî ne di heman astê de di bin bandora vê trawmayê de man û pêdiviya wan bi mekanîzmayên piştevaniya derûncivakî ya taybet hat dîtin. Ev kiteb, ji bo bersivdayîna pêdiviyên giring ên ku piştî van pêvajoyên zehmet derketine holê, hatiye amadekirin û nêrîneke biyopsîkososyal pêşkêş dike.

Ev çavkanî, berhema projeya perwerdeyeke berfireh e ku bi hevkariya saziyên navneteweyî û herêmî ji bo pisporên qada tendirustiya derûnî yên li qadê, hatiye sazkirin. Kitêba bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal”, zanîn û tecribeyên pisporên ji disîplînên cuda digihîne hev û armanca wê ew e ku bo pisporên tendirustiya derûnî yên li qadê bibe çavkaniyek. Kitêb; bi beşên teorîk ên ku bingehên polîtîk û civakî yên trawmayê, norobiyolojî û bandorên wê yên geşedanî vedikolin, dest pê dike. Di berdewamiya kitêbê de, ji alîkariya derûnî ya pêşîn û birêvebirina krîzê bigire heta EMDRyê û terapiyên reftarî yên venasînî yên li ser trawmayê ku xwe dispêrin delîlan, rêbazên midaxeleya pratîk tên pêşkêşkirin. Di beşa dawî de jî rola giring a sepanên xizmeta civakî ya piştî karesatê, stratejiyên serederîkirina bi trawmatizasyona duyemane re ya xebatkarên trawmayê û modelên xweragiriya komê yên bêyî alîkariya pisporan, bi hûrgulî tên nirxandin. Ev kitêb, bi wê armancê hat amadekirin ku cîhana tevlihev a êşê bê fêmkirin û bo başbûna mirov bibe rêberek.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal bijare4071
Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.