Xeyela Nemiran
Kurte / Özet
Pirs ev e, ez çi dixwazim? Ez dixwazim di qûntara çiyayekî Çemê Zê de û li rexê xaneke dîrokî, ku diwarên wê xanê bi kevirên sor yên niqirandî û bi kils û cilsê hatiye lêkirin, bi navê ‘Gundê Jiyandinê’ jîngehekê ava bikim. Qûntora ku bi darên gwîzê, berûyê û qizwanê, di bin rehm û hezkirina dardaroka şîlanê de bi kulîlkên sosin û beybûnê û bi tayên rihan, gijnîj û tolgînê hatibe xemilandin. Qûntara ku li her derên wê kanîkên avqerisî diherike. Qûntora ku di zivistana de, zivîna bayê û givîna bagerê; zûrîn û reyîna seyan û lûrîna guran jê kêm nebe û wan dengan ber bi newalê wê ve biherike. Em ê li ber wan kanîkan, xwezayeke bêhempa û bexçeyên Babîlyonê ava bikin; wê di wan bexçeyan de ji her beşî darsêv tê de hebin û hemû dar û ber mîna mirovê şûttazî bi hemû bedewî û qisûrên xwe li rastê bin. Di wî warî de, Çermsorên Amerîka jî wisa dibêjin, ‘Ev xweza, ne mîrateke ku ji bav û kalên me ji me re maye, me ew ji nevîyên xwe deyn kirîye.’ Gotina wan gotineke rast e. Divê em vê gotinê jî ji xwe re bikin qible.