Kurte
Ji bilî çend serborî û şirovekirinan hêmanên Keşkûlê tev zargotinî ne. Keşkûla Emerîkê Serdar mîna tûrê derwêşan e ku wî di heyama jîyana xwe de ev tûrik ji milê xwe danenîye û her tiştekî tê de ji malekê, gundekî û devereke cuda berhev kiriye. Nivîskar ev hêman li malê ji hev veqetandine paşê her yek kiriye kîsikê wan û hilanîne ji bo rojeke wekî îro ku xwendevan, nivîskar û lêkolînvan karibin devê van kîsikan vekin û wekî cotkaran bi jîrî li nava zevîya wêjeya Kurdî bireşînin.
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!