Naverok
Puxteya Pirtûkê
Dubeytîyên Baba Tahirê
Hemedanî
Baba Tahirê Hemedanî,
şair û arifekî sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî
zelal ne diyar e. Lê dîsa jî di piraniya çavkaniyên sereke de tarîxa jiyadikbûn
û wefata wî wek mîladî 937-1010 tê qebûlkirin.
Baba Tahir, di du qadên
cuda de berhem dane. Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî bi navê
“el-Kelîmatu’l-Qîsar” e, ya duyem jî helbestên wî yên bi cûreyê “dubeytî” ye,
ku bi zimanê Kurdiya Lorî hatine nivîsîn.
Ji aliyê naverokê ve di
dubeytiyên Baba Tahir de mijarên lîrîk/evînî û fîkra wehdetu’l-wucûdê bi hev re
xuya dikin.
Dubeytiyên Baba Tahir yên
orjînal hindik in; ew dubeytiyên ku niha bi navê wî têne weşandin hemî ne yên
wî ne. Herweha dubeytî, ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin; ji formên wan
ên Kurdî/Lorî hatine Farisîzekirin.
Dubeytiyên Baba Tahir bi
gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Ev wergera han jî ji hêla Perwîz
Cîhanî ve hatiye kirin. Di kitêbê de 336 dubeytî hene. Cîhanî, wergera xwe bi
awayê wezn û qafiye hûnandiye
Pirtûk | |
Navê Pirtûkê | Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî |
Nivîskar | Omer Xeyyam |
Hejmara Rûpelan | 104 |
Ziman | Kurdî |
Dîroka Çapê | 978-625-7383-83-7 |