Naverok
Kurte
George Orwell bi hêza pênûsa xwe,
bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê
cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke
bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin
desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê
tevdigerin.
Tiştê ku destûr jê re heye tenê
hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez
bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina
şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.
Lehengê sereke Winston, ku endamê
partîyê ye, ji alîyê tendirustîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya
xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên
xwe di rojnivîskekê de dinivîse...
Winstonê ku endamê partîyê ye
lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî
hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re
vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin
li ser wan.
Di bin zilim û zora
desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî
mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin.
Pirtûk | |
Weşanxane | Lis |
Navê Pirtûkê | 1984 |
Nivîskar | George Orwell |
Wergêr | Salih Agir Qoserî |
Hejmara Rûpelan | 344 |
Ebat | 13 x 19.5 cm |
ISBN | 978-605-90141-0-6 |